Barzanî û Ebadî li Almanayê hevdîtinek pêk anîn (Hat nûkirin)

Munich – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî ku bûyî serokwezîr cara ewil e ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtinek pêk anî. Mesûd Barzanî û Heyder Ebadî di çarçoveya 51emîn Kongreyê Ewlekariya Navdewletî de li bajarê Munich yê Almanya civînek pêk anîn. Piştî hevdîtinê Barzanî û Ebadî gotin civîn “erênî” derbas bû. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha got: “Civînek gelek erênî bû. Me behsa hemû mijaran kir. Me mijara rêkeftinê, alîkariyê û hevdîtinên zêdetir nirxand.” Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî piştî civînê ji Rûdawê re wiha got: “Min beriya niha jî hevdîtin ligel Mesûd Barzanî pêk anîbû lê ev cara ewil e piştî ku me hikûmeta avakir em hevdu dibînin.” Ebadî anî ziman ku civîn erênî bû û divê hemû aliyên Iraqê bi hevre li dijî rêxistina DAIŞê tevbigere. Tê zanin ku di nav şanda ligel Barzanî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanya Dilşad Barzanî heye. Konferans wê 3 rojan berdewam bike û her yek ji Wezîrê Derve yê Amerîka John kerry, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîfî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon jî tevlî konferansa Munich dibin.

(Rûdaw)

Back to top button