
Ban Ki-moon banga hevkariya bilez bo Kobaniyê dike
Hewlêr – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon banga bi bihewarçûna bilez bo Kobaniyê kir û ragihand ku egerê pêkhatina karesateke qirkirinê heye.
Sekreterê Giştî yê (NY) Ban Ki-moon li Qahîreyê dîsa daxwaz ji civaka navdewletî kir ku rê li pêşiya bûyerên qirkirinê li bajarê Kobaniyê bigrin û jiyana xelkên sivîl yên wî bajarî biparêzin.
Ban Ki-moon behsa Sûriyê bi giştî û bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bi taybetî kir. Herwiha amaje bi êrişên DAIŞê bo ser Kobanî kir û bang li hemû partî û aliyan kir ku bi hewara Kobaniyê ve biçin û nehêlin karesatên qirkirinê pêk bên.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon di dawiya gotina xwe de wiha got: “Beriya niha jî min banga hevkariya Kobanî ji hemû cîhanê kir û niha jî ez bang dikim ku hemû alî rê li pêşiya wan terorîstan bigrin û welatiyên sivîl yên Kobaniyê biparêzin.”
(Rûdaw)