Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Artêşa Îngîltere pêşmergeyan fêrî bikaranîna çekên giran dike

Hewlêr  – Wezareta Parastinê ya Îngîltere ragihand, di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de hêzên Pêşmerge fêrî bikaranîna çekên giran dikin.

Wezareta Parastinê ya Îngîltere eşkere kir ku tîmeke 12 kesî ya şêwirmendên leşkerî yên wî welatî komek hêzên Pêşmerge fêrî bikaranîna çekên giran û pêşketî kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew yek di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de hatiye kirin û wiha hat ziman:

“Wezîrê Parastinê Michael Fallon ferman da ku tîmeke pisporên leşkerî herin Hewlêrê û li wir hêzên Pêşmerge fêrî çekên giran ên ku meha borî ji aliyê Îngîltere ve hatibûn şandin, bikin.”

Hikûmeta Îngîltere meha borî di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de çekên giran û cebilxane ji Herêma Kurdistanê re şandibû.

Ji aliyekî din, balafirên şer ên Îngîltere li kêleka balafirên şer ên Amerîkayê çeper û çekdarên DAIŞê yên li Iraqê didin ber bombeyan.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button