Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê Mabeta û Şiyê topbaran dike

Yekîtî Media
Artêşa Tirkiyê gundên Hebo, Sariya, Dumilya û Bedîna yên navçeya Mabeta bi mûşek û topan topbaran dike û ziyanên madî gihêşt malên gundiyan.
Herwiha gundê Tirmîşa yê navçeya Şiyê rastî topbaranê hat û hejmarek ji xanî û malên welatiyên hatin rûxandin.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji 20ê meha bûrî bi firokeyên şer, topxane û çekên giran gund û navçeyên Efrînê bombebaran û topbaran dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button