Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Artêşa Tirkiyê 40% ji bajarê Babê kontrol kir
Yekîtî Media 13/2/2017
Artêşa Tirkiyê û girûpên opozîsyona Sûriyê ji sedî 40 ji navenda bajarokê Babê kontrol kirine.
Ajansa “AA” ya Tirkiyê ragehand, Artêşa Tirk tevî grûpên opzîsyona Sûriyê li başûr û rojavayê bajarê Babê hezar û 500 metroyan ketiye navenda bajêr û taxa Zemzemê, Mizgefta Zemzem, navenda werzişê, avahiya Partiya Baasê, nexweşxane û bazar kontrol kirin.
Herwiha bi vê operasyonê nehate hiştin ku Artêşa Sûriyê nêzîkî navendê bibe.