Break newsNûçeslide

Aldar Xelîl : em sînorê Tirkiyê diparêzin

Yekîtî Media 1/10/2016

Serokê hevbeş yê tevgera civata dîmokratîk TEV-DEM Aldar Xelîl di nivîsekê de li ser rûpela xwe di malpera tora civakî Tiwîterê got: (( divê ku Tirkiyê sipasiya şensê xwe bike çimkî em cîranên wanin, jiber ku me ji tevan bêtir parastina ewlehiya sînorê wê yê başûr kir li deverên Rêveberiya xweser)).

Di heman demê de TEV-DEM û PYDê êrîşeke ragihandinî mezin li dijî Encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKSê dimeşînin bi tometa xiyanet û sîxoriyê ji Rêjîma Tirkiyê re, nemaze piştî tevlêbûna ENKSê ji bo hevbendiya niştimanî ya rikber û beşdariya wê di danûstandinên Cinêvê de.

Ji aliyê xwe ve Hikûmeta Tirkiyê PYDê bi hewla avakirina herêmeke kurdî serbixwe li ser sînorê wê yê başûr bi Sûriyê re tawanbar dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button