
Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Jon Kêrbî: hebûna PKKê li Şingalê metirsî ye li ser navçeyê
Yekîtî Media 10/1/2017
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Jon Kêrbî di konferanseke rojnamegerî de ragihand, heta niha ti danûstandineke dîplomasî derbarê derketina PKKê ji Şingalê nekiriye û Amerîka di pirsa rûbirûbûna terorê de piştevaniya Tirkiyê dike.
Herwiha Jon Kêrbî got: “Mana PKKê li Şingalê gef e li ser navçeyê.”
doh KCKê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew ji Şingalê dernakevin. Ne PKK’ê û ne fermandarên gerîla ti daxuyaniyek li ser derketina gerîla ji Şengalê nedane.