Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Amerîka kuştina Bo Bekir El-Hekîm li bajarê Reqayê piştrastkir
Yekîtî Media 11/12/2016
Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê kuştina serkirdeyê DAIŞê û berpirsê pilandananê kiryarên derve Bo Bekir El-Hekîm li bajarê Reqayê piştraskir.
Derbarê kuştina wî serkirdeyê DAIŞê Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê da zanîn ku, El-Hekîm fransî bû û bi regez Tûnisî bû, herwiha serkirdeyekî DAIŞê ji mêj de bû, da zanîn ku, pêwendiyên wî ligel alîgirên DAIŞê li Tûnis û Fransayê hebûn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ew serkirdeyê DAIŞê di operasyonekê Hevpeymaniya Navdewletî de di 26ê meha borî de li bajarê Reqayê hate kuştin.