Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Rûhanî: Hilbijartinên Amerîkayê bi ti awayî bandorê li siyaseta Îranê nake
Yekîtî Media 11/11/2016
Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî, di civîna Encûmena Wezîran a Komara Islamî de diyar kir ku, “Hilbijartinên Amerîkayê bi ti awayî bandorê li siyaseta Îranê nake.”
Herweha Rûhanî li ser rêkeftina atomî ya di navbera Îran û welatên 5+1 de jî rawestiya û got ku, “Rêkeftina atomî ji aliyê Enûmena Asayişê ya Neteweyên Yekgirtî jî hatiye pesendkirin û hikûmetek bi serê xwe nikare vê rêkeftinê têk bide.”