Break newsNûçeslide

Artêşa Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand 64 sivîl li Sûriye û Iraqê hatine kuştin

Yekîtî Media 11/11/2016

Artêşa Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama êrîşên wan yên asmanî li ser bargehên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê ji 20ê Mijdara sala 2015an û heta 10ê meha Îlona sala 2016an ve 64 kesên sivîl hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne.

Berdevkê Fermandariya Navenda Amerîkayê Konolonêl Jon Tomas di heman daxuyaniyê de diyar kir, tevî standina hemû tedbîran derbarê êrîşan de û pabendbûna wan bi yasayên şer, lê mixabin hejmarek ji sivîl bûne qurbanî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button