Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Malikî çû Parlemanê û bi Ciborî re civiya
Îro şeme 26/7/2014 serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî çû encûmena nûneran a Êraqê û bi serokê parlemana êraê Selîm Ciborî re civiya.
Jêderan ji PUKmedia`yê re ragihandin ku Nurî Malikî serdana parlemanê kiriye daku pîrozbahiya hilbijartina Selîm Ciborî weku serokê parlemanê bike.
Her weha heman jêderan ragihandine ku ewê avakirina hikûmeta nû jî gengeşe bikin û teqez li ser bilezkirina avakirina hikûmetê li gor pîvanên desturê bikin û di heman demê de dê dosya koçberên ku ji ber êrişên DAIŞ ji parêzgehan reviyane jî nîqaş bikin.
PUKmedia/Şîma Talebanî