Break newsNûçeslide

Zaxarova: divê rêgirî li ber derbasbûna çekdarên DAIŞê bo Sûriyê were kirin

Yekîtî Media 21/10/2016

Wezareta Derve ya Rûsyayê helwesta derbarê şerê Mûsilê de ragihand.

Berdevaka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, Rûsya agahdarî operesyona rizgarkirina Mûsilê ye. Heger bi fermî jî Rûsya bê xwestin, ew amade ne hevkar bin û alîkariya mirovî pêşkêşî xelkê Mûsilê û derdora wê bikin.

Zaxarova amaje kir ku, Rûsya li ser wê yekê rijd e, ku divê rêgirî li ber derbasbûna her çekarekî DAIŞê bo Sûriyê were kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button