Break newsNûçeslide
Bombeyeke çandî li taxa Xiwêran ya bajarê Hesekê teqîya
Yekîtî Media 15/10/2016
Doh înê, dema êvarî bombeyeke çandî li taxa Xiwêran ya bajarê Hesekê teqîya, ew bombe li ser xaçerêya mizgefta mezin û kolana Axawat hatibû çandin.
Di encama teqînê de zirarên aborî gihiştin hin mal û dikan û tirmpêlên nêzîkî cihê teqînê, herweha keçek biçûk di lingê xwe de birîndarbû.
Tê zanîn ku taxa Xiwêran li başûrê bajarê Hesekê di bin kontrola hêzên asayişa partiya yekîtiya demokrat PYD de ye.