Break newsNûçeslide
Encûmenên Xwecihî yên ENKS amadekariyên xwe ji bo kongirê çarem dikin
Yekîtî Media 28/9/2016
Îro 28 Êlûnê li bajarê Qamişlo, encûmenên xwecihî yên encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKSê û bi amadebûna serokên xwecihiyan civîna xwe ya normal girêdan.
Serokê nivîsgeha encûmenên xwecihî Mihsin Tahir ji dezgehên ragihandinê re xalên civînê diyar kir, ku li ser biryara emîndariya giştî ya ENKSê dê roja înê bi mangirtinekê li dijî kiryarên PYDê derkevin, li pêşiya mizgefta Selman Elfarisî li taxa Enteriyê li Qamişlo seet 4ê piştî nîvro.
Herweha Tahir got ku di civînê de wan amadekariyên kongirê çarem bi firehî gengeşe kirin û ji encûmenên xwecihî xwestin ku nûnerên xwe yên serbixwe ji bo kongir hilbijêrin.