Break newsRaportslide

Şandek ji partiya Wekhevî serdana bargeha partiya Yekîtî li Qamişlo kir

Yekîtî Media 28/9/2016

Doh sêşemê, şandek ji partiya Wekhevî ya kurd li Sûriyê serdana bargeha partiya Yekîtî ya kurd li bajarê Qamişlo kir, şanda partiya Wekhevî bi serokatiya sekretêrê partiyê Nimet Dawûd , endametiya Mehmûd Hac Elî û Elî Begarî û Ridwan Sîdo , di pêşwaziya wan de mamoste Hesen Salih cîgerê sekretêrê partiya Yekîtî û herweha endamên komîta siyasî Marof Mele Ehmed û Ebdulsemed Xelef Biro û Silêman Oso amadebûn.

Di civîn de herdû aliyan pêwendiyên bi hev re gengeşe kirin, herweha li ser amadekariyên kongirê ENKSê yê çaremîn û şêweyên aktîvkirina karên encûmenê rawestiyan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button