Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Klinton soza hevkariya ligel Kurdan da

Yekîtî Media 10/9/2016

Namzeta Partiya Demokrat a hilbijartinên serokatiya Amerîkayê Hillary Klinton bernameya xwe ya ji bo serokatiyê eşkere kir.

Klintonê li New Yorkê piştî civîna pisporên ewlekarî yên Partiya Komarger, rexne li hevrikê xwe Donald Trump girt û diyar kir ku Trump kampanya hilbijartinê bi awayek cidî birêve nabe.

Hillary Klinton got ku eger Trump bibe serok dê baweriya li hember Amerîkayê jî kêm bibe.

Namzeta demokratan herwiha daxuyand ku ew bi biryare li hember Koreya Bakûr û DAIŞê tekoşînê serbixe.

Klinton got ku eger ew bibe serokê Amerîkayê dê karê yekem ê ewlekariya neteweyî girtina Ebûbekir Bexdadî be, herwiha ji bo tekoşîna li dijî DAIŞê hevkariyê ligel ereb û kurdan bike, êrîşên hewayî zêdetir bike.

Rûdaw

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button