Break newsRaportslide
Li bajarê Molhayim yê Almanî revenda Kurdî mangirtinek ji bo şermezarkirina teqîna Qamişlo lidarxist
Yekîtî Media 7/8/2016
Li ser banga nûnertiya encûmana niştimanî ya kurd li Almaniya revenda Kurdî li bajarê Molhayim mangirtinek ji bo şermezarkirina teqîna Qamişlo lidarxist.
Nûnerê ENKS li Oripa Rêzan Şêxmûs gotina encûmanê pêşkêşkir û têde teqîna taxa Xerbî li bajarê Qamişlo bi tundî şermezarkir, Şêxmûs balkişand ku herêma Kurdî li Sûriyê rastî gef û feşarên DAIŞ tê ji ber vê yekê pêwîste pêşmergeyên ROJ vegerin û bervaniyê di ber xaka xwe de bikin.