Break newsNûçeslide

Li Hesekê Milîsa Berevaniya Niştimanî ya bi ser Rêjîma Sûrî ve welatiyekî Kurd binçavkir 

Yekîtî Media 7/8/2016

Milîsa bervaniya niştimanî ya bi ser rêjîma Sûrî ve welatiyek kurd  bi navê  Nûrî Seyda li bajarê Hesekê ji mala wî revandin û tirmpêla wî desteser kirin.

Hevjîna Nûrî Seyda ji malpera Yekîtî Media re tekezkir ku çekdarên bervaniya niştimanî bi behaneya ku wan karek ji hevserê wê dixwestin  û di demjimêrekê  de dê vegere ew ji mal derxistin,  lê ta niha ew venegeriya ye malê.

Bajarê Hesekê rastî gelek nakokiyan di navbera çekdarên partiya yekîtiya dîmoqrat PYD û milîsên berevaniya niştimanî hatiye û bi sedema wan nakokiyan gelek qurbanî hatin danîn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button