Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Erdogan dozên li dijî HDP ê vekirine venakişîne
Yekîtî Media 1/8/2016
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dozên li hemberî rayedar û endamên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) vekirine, venakişîne.
Piştî civîna roja 29 Tîrmehê, Erdogan ragihand ku, hemû dozên li dijî ew kesên ku bi tuhmetên sivikî yan bêrêziyê vekirine, vedikişîne.
Parêzgerê Erdogan Huseyin Aydin ragihand ku, di yekem pêngav de dozên li hember Serokê CHP ê Kemal Kilîçdaroglu û Serokê MHPê Devlet Bahçelî vekişandine.
Huseyin Aydin ji rojnameya Hurriyetê re ragihand Erdogan zêdetirî 3 hezar doz vekirine û dê hemûyan paşve vekişîne, lê tenê dozên li dijî rayedar û endamên HDP ê betal nake.
K24