Break newsNûçeslide

Di daxuyaniyekê de Hevkarî teqîna Qamişloyê bi tundî şermezar dike

Yekîtî Media 29/7/2016

Derbarî teqîna Qamişloyê yak u roja çarşemê 27ê Tîrmehê rûdabû, û di encamê de bêtirî 50 kesî şehîd ketin herweha 177 kes jî birîndarbûn, Hevkarî ya Partiyên Kurdistanî li Almaniyayê daxuyaniyek belavkir têde ev kiryara terorî bi tundî şermezarkir.

Li jêr deqa daxuyaniyê:

Doh li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê teqîneke mezin rûda, di encamê de 62 kes şehîd bûn û bêhtir ji 177 kesên din jî birîndar ketin.

Li cihê êrîşa ku doh ji aliyê DAIŞ ê li Qamişlo pêkhat, û bi dehên mal û xaniyan bi ser serê xelkên bêsûc de anîne xwarê, di nava kavilên avahiyan de xebatên lêgerînê didomin.

teqîna Qamişlo bi riya barhilgireke mezin tije TNT di demjimêr 9:23 de ji aliyê DAIŞ ê ve li taxa Xerbî ya Qamişlo hatiye kirin,  ku armanca wê lawazkirina operasyona Minbicê ye û têkbirina aramiya Rojavayê Kurdistanê ye.

Rêxistina DAIŞ ê navê xwekujê ku teqîna îro li bajarê Qamişlo pêkanî bû, aşkere kir.

Li ser hesabên xwe yên di torên civakî de, rêxistina DAIŞ ê berpirsayetiya teqînên Qamişlo girte ser xwe û ragihand, çekdarê xwekuj ê ku li Qamişlo teqîn pêkanî, navê wî Ebû Ayişe Ensarî ye.

DAIŞ ê herwiha ragihand: “Ebû Ayişe bi kamyoneke bombekirî hejmarek baregehên Kurdî li Qamişloyê kire armanc.”

 

Derbarê sedema pêkanîna teqînan de jî, DAIŞ ê wiha got: “Ev çalakî bersiva bombebaranên firokeyên şerî bo ser Minbicê ye.”

Em di Hevkarî ya Kurdî de, vî kiryarê terorîst û tirsonek yê ku bi organîzekirina DAIŞ ê hatiye kirin bi tundî şermezar dikin, , û piştrast dikin ku bi van kiryarên kirêt, dê nikaribin gelê me bitirsînin, û ji bo parastina hebûna xwe û doza xwe ya neteweyî, em li ser hêzên siyasî û gelê meyî Kurd tekez dikin, yekîtiya me û helwesta yekbûyî li hemberî hêzên tarî, û di pêşî de rêxistina terorês DAIŞ ê di vê qonaxê de gelek girîng û pêwîst e.

Mercy ji bo şehîdên komkujiyê û hêviya başbûneke lezgîn ji bo birîndaran.

Hevkarî -ya Partiyên Kurdistanî li Almaniyayê

PDK, HDK, PSK, PDK-S, Pak-Bakûr, PYKS, PDK-Bakur, YKGIAA, Pdk- Sorya, HAK-PAR, PAK, SPKS, K.I.U يه ككرتوو ى ئيسلامى كوردستان

28.07.2016

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button