Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Misir: Heke Gulen penaberiyê ji me bixwaze em dê binirxînin

Yekîtî Media 28/7/2016

Serokwezîrê Misrê Şerîf Îsmaîl dibêje, eger Fethulah Gulen ji Misrê pena bixwaze ewê vê yekê binirxînin.

Ajansa fermî Mena ya Misrê ragehand, Serokwezîr  Şerîf Îsmaîl di civîneke çapemenî ya Serokwezîrtiyê de got, Fethulah Gulen hê daxwaza pena ji wan nekiriye, lê eger daxwazek wiha were, dê binirxînin.

Tirkiye, Fethulah Gulen wek serokê hewldana derbeya serbazî ya 15’ê Tîrmehê dibîne û bi awayek fermî ji Amerîkayê radestkirina wî dixwaze.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag dabû xuyakirin, agahî girtine, Gulen dixwaze ji Amerîkayê derbasî welatekî din bibe ku girêbesta radestkirinê bi Tirkiyê re nîne û navê welatên Misir, Meksîk û Kanadayê dabûn.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button