Break newsNûçeslide
Li deverên Rikberiyê li Helebê acizbûnek mezin çêbû jiber serjêkirina zarokekî li ser destê çekdarên tevgera Nûreddîn El-Zinkî
Yekîtî Media 21/7/2016
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku acizbûnek mezin li nik welatiyan çêbû li taxa Meşhed û hin deverên di bin kontrola rikberiya Sûrî ya çekdar de, bi sedema serjêkirina zarokekî bi kêrê li ser destê çekdarên tevgera Nûreddîn El-Zinkî.
Ew zarok li gor wan çekdaran di vidyoyekê de ragihandin yek ji şervanên Lîwaya Qudis ya Felestînî ye ya alîgirê Rêjîma Sûrî.