Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Almanya ji Tirkiyê dixwaze dema rewşa awarte kurt be

Yekîtî Media 21/7/2016

Almanya ji Tirkiyê dixwaze ku, di demeke kurt de rewşa awarte li Tirkiyê bidawî bîne û ne jî li gor berjewendiyên siyasî bin.

Piştî ku duh Serokomarê Tirkiyê rewşa awarte bo heyama sê mehan ragihand, îro Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank Valter Ştayinmayer di daxuyaniyekê de ji Tirkiyê daxwaz kir ku, rêzê li yasayê bigire û li gor tiştê pêwîst bersiva hewla kudetaya leşkerî bide.

Herwiha Ştayinmayer got ku, ragihandina rewşa awarte li Tirkiyê careke din diyar dike, ku hewla kudetaya leşkerî bandoreke mezin li ser jiyana siyasî û civakî ya tirkiyê heye.

Şeva 15ê Tîrmehê, li Tirkiyê hewla kudetaya leşkerî ji aliyê beşek ji berpirsên artêşa Tirkiyê ve, lê di heyama çend demjimêran de rastî şikestinê hat. Duh jî Serokomarê Tirkiyê bo heyama 3 mehan rewşa awarte li tevahiya Tirkiyê ragihand.

Ştayinmayer ragihandin jî, pêwîst e hewlên hikûmeta Tirkiyê ji bo karên yasayî bin, ne ji li gor berjewendiyên siyasî bin, loma divê rewşa awarte ji bo demeke kurtir be.

Ştayinmayer diyar dike jî, ku tenê bi vê rêyê Tirkiyê dikare çaksaziyê bike û li gor her karekî din wê welat perçe û lewaz bike.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button