Break newsNûçeslide
Hevbendiya Niştimanî workşopekê derbarê “Dosya Kurdî û Fîdralîzmê” lidardixe
Yekîtî Media 16/7/2016
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, workşopek bi navûnîşana “Dosya Kurdî û Fedralizmê” li Istanbulê lidarxist, bi amadebûna endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd û rewşenbîrên serbixwe yên Ereb û Kurd.
workşop wê bi rêya sê komekan babetên dîroka beşdarbûna Kurdan di jiyana siyasî ji gava çêbûna dewleta Sûrî de, û rola wan di serdema vegirtina Neteweya Erebî de, û beraberiyên ko hatin pêşiya Şoreşa Sûriyê di herêmên piraniya wan Kurd in, û beşdarbûna Kurdan tê de behis bike, herweha wê li ser şêweyê Fermanberiya Sivîl li Herêmên Rizgarbûyî, û dîtina Kurdî û ya Erebî ji dewleta Sûrî re piştî Şoreşê ji hêla tiknokiratiyê ve bête rawestan.