Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Amerîka û Rûsya lihevkirin
Yekîtî Media 16/7/2016
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Con Kêrî ragehand ku, welatê wî li gel Rûsyayê li ser çend pêngavan rêkeftine eger hatin cîbecîkirin dê pirsgirêkên girêdayî bi rejîma Sûriyê û Cebhet El-Nûsrayê bêne çareserkirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Con Kêrî di kongreyek rojnamevanî de ligel hevşanê xwe Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov piştî danûstandineke dirêj li Moskoyê ew daxuyanî dan.
Kêrî diyar kir ku, ew wan pêngavan eşkere nakin ji ber ku, heta ew pêngav biser bikevin pêwîstiya xwe bi kareke zêde heye.Tekez kir ku, ew pêngav berpirsyaretiya her aliyekî ji aliyên kirîzê destnîşan dike.
Kêrî bi armanca çareserkirina kirîza Sûriyê serdana Rûsyayê kiribû.
K24