Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser teqîna Hesekê daxuyanî da
Yekîtî Media 6/7/2016
Serokatiya Herêma Kurdistanê teqînên li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
Îşev teqîneke bihêz li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê qewimî û li gorî zanyariyan, di encama vê teqînê de 16 kes şehîd bûne û çend kes jî birîndar bûne.
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê bertek li hember vê teqînê nîşan da û ev teqîn bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Êvara îro sêşemî 5ê Hezîran a 2016an di encama kiryareke xwekujî û tirsnokî ya terorîstan de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 16 hevwelatî şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin: “Zêdebarî wê çendê ku em gelek bi tundî vê kiryara nemirovane ya terorîstan şermezar dikin, em serxweşiyê li kesûkarên şehîdên vê bûyerê jî dikin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha amadeyiya Herêma Kurdistanê û hemû dezgeh û saziyên pêwendîdar ên Kurdistanê bo pêşkêşkirina alîkariyan bi birîndar û lêqewimiyên vê kiryara terorîstî nîşan da.
Daxuyanî wiha dibêje: “Em ji xwîşk û biryayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û bajarê Hesekê re radigihînin ku saziyên tendirustî û dezgehên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe ve amade ne pêşwazî li birîndar û lêqewimiyên vê kiryara terorîstî bikin.”