Break newsNûçeslide

Li taxa Salihiyê li Hesekê teqînek xwekujî rûda 9 kesan jiyana xwe ji dest da

Yekîtî Media 5/7/2016

Îro sêşemê 5ê Tîrmehê li demjimêr 19:40 teqînek xwekujî li taxa Salihiyê li bajarê Hesekê rûda, li pêşiya nanpêjgeha Salê û di encamê de 9 kesî jiyana xwe ji dest da ji wan du zarok û jinek û bi dehan jî birîndar ketin.

Li gor ku birîndarê vê teqînê Xorşîd Elî ji nûçegihanê Yekîtî Media re ragihand, ku kesekî laşê xwe di nav xelkên li ser nanpêjgehê rawestiyabûn teqand.

Jêderkî bijîşkî ji Yekîtî Media re ragihand ku 15 birîndar hatin veguhestin bo nexweşxaneya niştimanî li Ezîziyê û 6 din hatin veguhestin bo nexweşxaneya Hikmê ya taybet, herweha hin ji endamên hêza cewherî ya girêdayî PYD birîndar bûn û hatin veguhestin bo nexweşxaneya meydanî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button