Rêbendên Rêjîma Sûrî bacê li ser barhilgirên genim û ceh disepênin
Yekîtî Media 15/6/2016
Li bajarê Hesekê, rêbendên artêşa Rêjîma Sûriyê û milîsên bi ser ve bacan li ser barhilgirên genim û ceh yên ku diçin navenda genim li Xiwêranê disepênin.
Mehmûd Bedran şifêrê barhilgirekê ku genim vediguhêze bo mîrayê ji Yekîtî Media re ragihand, ku rêbendên Rêjîmê li Hesekê bacan li ser me disepênin di navbera 5000 ta 10000 lîre Sûrî.
Di heman mijarî de, Nûrî Hemê cotkar e ji gundewarê Hesekê ji Yekîtî Media re got, ku çekdarên PYDê bacan li ser wan disepênin ku rêjeyekê ji 5% ta 10% ji tibaba havilên wan dixwazin bi behaneya ku ew bi erkê parastinê radibin û ji bo piştgiriya avakirina Kobanê.
Tên zanîn ku Rêjîma Sûrî navenda genim li taxa Xiwêran ya ku di bin kontrola artêşa Rêjîmê û milîsên Berevaniya Niştimanî de ye vekiriye bo wergirtina genim û ceh li bajarê Hesekê.