Break newsNûçeslide

Pêşmergeyê Rojava ‘Qehreman Iskan’ li Xazirê şehîd ket

Yekîtî Media 13/6/2016

Roja yekşemê 12ê Hizêranê, pêşmergeyê rojava ” Qehreman Izeddîn Iskan” ji lîwaya 2 an foca sêyem li gundê Zehret Elxatûn li mihwera Xazirê şehîd ket, di encama şerê li dijî rêxistina Daiş ê.

Herwiha pêşmergeyê bi navê Hemza Remezan Berhek birîndar bû, û hat veguhestin bo nexweşxaneya Rizgarî li Hewlêrê.

Îro duşemê termê şehîd Qehreman di deriyê Sêmalka re derbasî Kurdistana Sûriyê bû.

Şehîd Qehreman li gundê Til Tewîl li Hesekê sala 1996 jidayik bûye, û ew dê li gundê Bile Zozane li gundewarê Amûdê bê veşartin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button