
Break newsRaportslide
Serokê ENKS ê Ibrahîm Biro semînarek li Oslo paytexta Nêrwicê da
Yekîtî Media 23/5/2016
Doh 22ê Gulanê , Serokê ENKS ê Ibrahîm Biro semînarek li Oslo paytexta Nêrwicê da, bi amadebûna nûnerên partiyên Kurdistanî , û revenda kurdî li Oslo.
Di semînarê de Biro li ser rewşa herêma Kurdistana Sûriyê axivî, û astengiyên ku milet rojane dikşîne, herwiha li ser kiryarên PYDê û dorpêçkirina wan ji herêma kurdî re axivî, ku PYDê berpirs e di ber girtina dergehê Sêmalka de.
Herwiha Biro tekez kir li ser giringiya berdewambûna şanda ENKS ê di danûstandinên Cinêvê de, û amaje kir ku baştirîn paşeroj bo Sûriyê ku bibe dewleteke fîdral.
Di dawiyê de serokê ENKS ê bersiva pirsên amadebûyan da.