
Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Li Koşka Sipî teqe
Yekîtî Media – 20/5/2016
Li nêzîkî Koşka Sipî ya Amerîka hêzên ewlehiyê teqe li kesekî çekdar kirin.
Polîsê Nihênî yê Amerîka, îro li nêzîkî xaleke kontrolê ya Koşka Sipî teqe li çekdarekî kir û di encamê de ew kesê çekdar birîndar bû.
Li gor zanyariyan, di dema teqekirinê de Serokê Amerîka Barak Obama li derveyî Koşka Sipî bûye.
Derbarê nasnameya kesê çekdar û çawaniya rûdana bûyerê de ti zanyariyên zelal nehatine ragihandin.
Rûdaw