Break newsNûçeslide
Li Qamişlo turumpêlek bombekirî teqîya
Yekîtî Media 15/5/2016
Doh 14ê Gulanê li Qamişlo, li çarxeriya Hilaliyê otombêleke bombarbarkirî li şuştingeha Otombêlan teqiya , di encama wê teqînê de 2 kesan canê xwe jidest dane û 2 kesên din jî birîndar in. Herwiha gelek ziyan gihêştiye avahiyên derdorê.
Ev teqîn, bi demeke kurt beriya destpêkirina xwenîşandanên li dijî peymana Saykis Pîkoê li ser daxwaza ENKS hat.