Break newsRaportslide

Pêşverû û Yekîtî di komcivînekê de rewşa Herêma Kurdî guftûgo kirin

Yekîtî Media 15/5/2016

Şandek ji partiya Dîmoqratî Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bi serokatiya mamoste Hemîd Derwîş serdana partiya Yekîtî ya Kurd li Qamişlo kirin, di roja 14ê Gulanê de.

Serkirdeyê partiya Yekîtî Ebdela Gedo ji Yekîtî Media ragihand, ku herdû partiyan rewşa herêma Kurdî ya dijwar gengeşekirin, herwiha rewşa aborî ya aloz û bi taybet buhabûna nirxê coreyên xwarinê, û dorpêçkirina herêmê li ser destê desthilata PYD û ya Rêjîmê, herwiha mijarê girtina dergehê Sêmalka yê sînorî hat guftûgokirin di civîna herdû partiyan de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button