Break newsNûçeslide
Li Kurdistana Sûriyê miletê Kurd bi mangirtinan li dijî Saykis-Pîko derket
Yekîtî Media 15/5/2016
Ji bo sedsaliya rêkeftina Sayiks-Pîko, doh şemê 14ê Gulanê, miletê Kurd bi hezaran bi mangirtinan li bajarên kurdî rabûn, bo şermezarkirina wê rêkeftinê.
Li ser daxwaza Emîndariya Giştî ya ENKS ê mangirtin hatin lidarxistin , li gel sirûda Ey Reqîb û bilindkirina alayên Kurdistanê û duruşmên şermezarkirina wê rêkeftinê, mangirtin li 12 bajar û bajarokan lidarket ( Tiltemir, Dêrik, Çilaxa, Girkêlegê, Tirbesipiyê, Sinceq, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Hesekê).
Nûçegihanên Yekîtî Media diyar kirin, ku alîgirên PYD astengî ji xwepêşanderan re derxistin li Girkêlegê û Tirbesipiyê û Dirbêsiyê, herwiha asayişa PYD ”Hac Mihemed Ata Şêxmûs” binçavkir li Girkêlegê.