Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Karvedanên partiyên sîyasî yên Bakûr li ser axivtinên Kiliçdaroglo

Yekîtî Media 14/5/2016

Sîyaseta Turkîyayê li ser pergala serokatîyê û daxuyanî ya Serok ê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglo ku gotibû “heya xwîn nehê rijandin” serokatî nabe” li hev hate girêdan. Siyasetvanan ragihandin ku zor li pergala serokatiyê tê dayîn bi rêya kuştin û rijandin a xwînê.

PKG – Dengvedana daxuyanî yên Kiliçdaroglo yên derbarê “hey a xwîn nehê rijandin serokatî nabe” berdewam e li gel pergal a serokatîyê. karvedanên  CHP ê li beranber Serdozgerê Komarê yê Enqerê û Serokê TOBBê Rifat Hîsarciklioglo ku li dijî daxuyanî yên Kiliçdaroglo doz vekirîye, ragihand: Ew gotinên Kiliçdaroglo wek hişyarîyek a dîrokî ye. Herwiha CHP ê dîyar kir ku AKP dixwaze bi kuştinê rê ya pergal a serokatîyê veke, bila ti kes hewl nede ku bi zorê sîstem a serokatêyê li Turkîyayê bihê qebûlkirin. Li gor CHP ê, AKP bi mereme wan axivtinên Kiliçdaroglo vajî dike.

 

Ceyhun Îrgîl  – Parlamenterê CHPê dibêje: “Kiliçdaroglo dibê; “Dema hûn zorê li pergal a serokatiyê bikin, xwîna wan kesên ku li dij vê yekê dê birabin û berxwe bidin dê birijê” Lew; di demekê de ku metirsî ya şerr ê hindûrî heye di welat de, ji vê axivtinê rûhintir çi yê din heye?

HDP ê jî got: Bo rêya serokatî ya serok komar Recep Tayîp Erdogan her tişt rewa dihê dîtin, ev jî weha dike ku rê li pêşî ya hêrs û cudahîyan vebe. HDP ê ragihand ku di nav wan axivtinên Kiliçdaroglo de behsa wê desthilatê dihê kirin ku ji bo guherandina sîstem a serokatîyê dikare xwînê birijîne.

Fîlîz Kerestecîoglo – Parlamenter a HDP ê dibêje:”Ev axivtin nîşan a wê yekê ye ku ji bo sepandin a sîstem a serokatiyê zor dê bihê kirin, lew dihê xwestin ku bo evê mebestê li welat xwîn bihê rijtin. Dihê darijtin jî bi rêya tevlîhevîyan pêk bihê.”

AKP ê li beranber ewan axivtinên Kiliçdaroglo karvedanek a tund nişan da. Cîgir ê Serok ê Kom a AKP ê, Bulent Turan, di daxuyanîya xwe de rexne li axivtinên Kiliçdaroglo girt û got:”Gel ê me xwedî hişyarîyek a wehaye ku delîve ya  şer ê navxweyî nede Kiliçdaroglo.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button