Raportslide

Xuleke topapê li bajarê Hesekê

Yekîtî Media – Hesekê 11/5/2016

Di bin duruşme ‘werzeş me dighîne hev’, hevgirtina werzeşvanên kurd li Sûriyê xuleke topapê bo xwendekarên zanîngeha Hesekê lidarxist.

Xul bi beşdariya 12 tîmên xwendekaran lidarket, li yarîgeha Bengo li Hesekê, û di encamê de tîma Sedaqa lehengiya vê xulê wergirt, piştî serkeftina wê di matşa dawî de li ser tîma Muxterbîn, bi amadebûna endamên xwecihiya Hesekê ya ENKS û nûnerên rêxistinên sivîl.

Hejar Mio rêveberê vê xulê ji Yekîtî Media re axivî, ev sala pênca ye ku em vê xulê lidardixin, bi beşdariya 12 tîman ango zêdetirî 120 lîstikvan beşdar bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button