Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Endamekî Kongrêsa Amerîkî: Bila pêşmerge kêmayînan li Iraqê biparêzin

Yekîtî Media 11/5/2016

Endamekî Kongrêsa Amerîkayê daxwaza avakirina  navçeyeke aram bo kêmîneyên ayînî li Iraqê dike, ew ji aliyê Pêşmerge ve were parastin.

Endamekî Kongrêsa Amerîkayê Jeff Fortenberry ji televîzyona VOA ya Amerîkî re wiha got: “Bila li Iraqê navçeyek aram ji bo parastina kêmîneyên ayînî yên mîna Êzdî û xirstyan were avakirin.”

Herwiha Fortenberry di daxuyaniya xwe de pêşniyar kir ku, ew navçeya aram dikare li derdora Mûsilê were avakirin û ji aliyê Pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê ve were parastin û birêvebirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button