Li navçeyên Kurdî nirxê Lîreya Sûrî beramber Dolarê Amerîkî berdewam erzan dibe
Yekîtî Media – Qamişlo
3/5/2016
Nirxê lîreya Sûrî beramber dolarê Amerîkî roj bi roj erzan dibe, îro 3ê gulanê gihişt 592 l.s ji yek dolarî re.
Yasir Xanî xudanê dezgehek pevguhertinê ji Yekîtî Media re tekez kir , ku sedema serekî bo bilindbûna nirxê dolar ew e, qeyrana ku li Sûriya rabûye, û daxwaza xelkê ji dolar re, ji ber ku dolar baştirî pere ne bo abûriyê û herwiha bo asta jiyana mirov.
Xanî amaje kir, ku bilindbûna nirxê dolar bandorek nerênî li welatiyan dike, di jiyana wan ya rojane de, û bi taybet buhabûna nirxên xwarinên serekî.
Nûçegihanê me amaje kir ku gelek bazirganan dikanên xwe li Qamişlo girtin ji ber bilindbûna nirxê dolar.
Nûçegihanê Yekîtî Media li Qamişlo lîsteyek bi buhaya hin erzaqên serekî ji me re amade kir ku buhaya hin erzaqan bi rêjeya 400% bilind bûya:
- Zeyt 16 kg : 10655 l.s
- Makrona tirkî : 225 l.s
- Çayê 1 kg : 3550 l.s
- Birinc 1 kg : 800 l.s
- Şekir 1 kg : 500 l.s (li bazarê peyda nabe)