Break newsRaportslide
Li Amûdê nîgarkêş Xunav Salih pêşangehekê vedike
Yekîtî Media 2/5/2016
Xwecihiya Amûdê ya ENKS pêşangehek ji nîgarkêş Xunav Salih re vekir, li daristana Cela herdû rojên în û şemê 29-30 meha Nîsanê.
Gelek keval di pêşangehê de hatin daliqandin, li ser omîd û jiyan û pêwîstiya girêdana bi jiyanê.
Xunav Salih ji Yekîtî Media re axivî, ku hertim ew hewildide di kevalên xwe de ku hêviyê li nik xelkê biçîne, nemaze di van rewşên aloz de.
Hêjaye gotinê ku Xunav Hesen Salih ji bajarê Qamişlo ye, derçûya kolîca hûnerî ye, gelek pêşangeh pêşkêşkirine ji wan li Şamê û Beyrûtê û Siwêsra .