Break newsNûçeslide
Di 9 rojan de balafirên Rêjîmê bi 30 êrîşî Helebê armanckirin
Yekîtî Media 1/5/2016
Hêzên asmanî yên Rêjîma Sûrî piştî 9 rojan ji bombebarn kirina bajarê Helebê, ew bajar bi 30 êrîşî armanc kirine , di encama wan êrîşan de bi dehan kuştî û birîndar ketin, êrîşên li ser deverên ji hêla hêzên Rikberiyê kontirolkirî weke binpêkirenekê ji agirbestê re tê.
li gor jêderên xwecihî yên ku tekez dikin ku agirbest li derdora Şama paytext berdewam e, di heman demê de xwepêşandan û mangirtin li dijî armanckirina Helbê li gelek welatên cîhanê ji hêla çalakvanên Sûrî ve lidarketin, têde kiryar û komkujiyên Rêjîma Esed li dijî sivîlan hatin şermezarkirin.