Break newsNûçeslide

Rêjîma Sûrî cardî ji fermanberên dewletê dixwaze ku tevlî erkê berevaniya xweser bibin li foca 154 an

Yekîtî Media 1/5/2016

Careke din Rêjîma Sûrî ji fermanberên dewletê li parêzgeha Hesekê xwest , ku tevlî erkê berevaniya xweser bibin li foca 154 an ya serbazî li gundê Tertebê ku 2 km dikeve başûrî Qamişlo de, bi mebesta ku xulek perwerdeya leşkerî bikin.

Rêveberê dibistanek fermî li Qamişlo ji Yekîtî Media re axivî ( nexwest ku navî wî diyar bibe), ku bi dîroka 27ê Nîsanê 2016, rêveberiya perwerdeya Rêjîmê li parêzgeha Hesekê ji hemû karmendên xwe xwest ku tevlî xula perwerdeya leşkerî bibin li foca 154 an di roja 2ê gulana niha, di bin gefa dûrxistina ji kar.

Tê zanîn, ku kirîza di navbera Rêjîma Sûrî de û PYD li bajarê Qamişlo di 20ê Nîsanê de derket , û di encama wan pevçûnan de 30 kesî jiyana xwe ji dest dan, PYD idaa kir ku wê hin merc li ser Rêjîmê sepandine, ji wan rawestandina biryara sepandina erkê berevaniya xweser ji fermanberên dewletê re, herwiha vegerandina fermanberên dûrxistî ji kar bo cihê wan.  

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button