Gotar

Helbesta Kursiya Mikurhatinê Mihemed El-Maxot (1934-2006)

1
Ba rabû û berf li derdora min dibare
Ez di kevneholika xwe ya helbestî de rûniştim
Û şahberûya xwe ya dilovanî, laşî û dîrokî binax kir
Û mame bendewar
*
Ey Xwedê…
Alîkariya min bike da ku rastiyê bibêjim
Û bi rastiyê re rûbirû bibim
Û tîbûn
Û birçîbûn
Û bêparûnê hilgirim
Û ez ê bersiva pirsyarekî nedim
Û nebim çemekî sêwî
Ne jî xerckirina hêviyê li ser hêviyê vegerînim.
2
Destek bi tenê li çepikan naxe
Ber bi dojehê ve
Ma hûn hîna ji çepikan têr nebûne?
*
Çi xemilandina kulîlkan
Û çi êrîşkirina salonekê
Hemî wek hev in
*
Diranên min wek dasan hişk in
Û ez ê zevî û simbilên xwe bibêçime ser xwe
Û çemandî razêm…
*
Rondikên min bi qasî şaşiyên min in
Û şaşiyên min bi qasî pabendiyên min in
*
Û wêrekiya min bi qasî çekên min e
Û dudiliya min bi qasî sengerên min e
*
Demjimêrên xewa min bi qasî kabûsên min in
Û kabûsên min bi qasî balgiyên min û firehiya welatê min in
Û welatê min bi qasî peyarêyek û lênûsên min fireh e.

Wergera ji erebiyê: Cansoz Dabo

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button