Break newsNûçeslide

Encûmena xwecîhî ya bajarê Dirbêsiyê salvegera şehadeta Ciwan Qutina vejand

Yekiti Media

Encûmena xwecîhî ya bajarê Dirbêsiyê, salvegera şehadeta Ciwan Qutina ya nehemîn li gundê Til Kidîş ya girêdayî bajarê Dirbêsiyê vejand, bi beşdariya nûnerên xwecîhiyê û malbata pakrewan û payebilindên bajêr û kesayetiyên niştimanperwer û hejmarek ji hevalên wî.

Eşref Elmela gotina encûmenê xwendin, ku tê de behsa pakrewan û rola wî di nava tevgera ciwanan de kir, û anî ziman ku divê li ser rêka wî biçin, û spasiya hemû kesên beşdariya vejandina salvegera şehadeta wî kir.

Tê zanîn ku Encûmena xwecîhî ya bajarê Dirbêsiyê di her salê de di 26ê Avdarê salvegera şehadeta Ciwan Qutina bi bîr tînin , yê ku ji aliyê çekdarên nenas ve hat gulebarankirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button