Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
HDKÎ û HDK piştevaniya xwepêşandanên xelkê Îranê dikin
Yekîtî Media
Hibza Demokrat a Kurdistana Îranê û Hizaba emokrat a Kurdistan piştevaniya xwe ji xwepêşandanên xelkê Îranê re dan xuyakirin û diyar kirin, ku ji mêj ve li Rojhlatê Kurdistanê nerazîbûnê destpê kiriye û niha bajarên Îranê jî ji ber nedadperweriyê daketine kolanan.
Hizba Demokrata Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji wan xwepêşandanan re ragihand û daxwaza berdewamiya xwepêşandanan kir.
HDKÎ di daxuyaniya xwe de dibêje: “Xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji mêj ve li dijî zulm û zordariyê xwepêşandan encam dane û niha xelkên bajarên din jî ji ber rewşa nexweş herweha destwerdan di karûbarên welatên navçeyê de, daketine kolanan û xwepêşanderên Îranê daxwaz azadî û demokratiyê û mafên xwe yên rewa dikin”.