Break newsNûçeslide
Tu hêzeke Îraqî neketiye dergehê Îbrahîm Xelîl
Yekîtî Media 31/10/2017
Rêveberê giştî yê gomrika Kurdistanê redkir ku tu hêzeke Iraqî çûbe deriyê Îbrahîm Xelîl, yê sînorî di navbera bakur û başûrê Kurdistanê de.
Heta niha çûn û hatin di wî derî re berdewam e.
Ew hêza ku îro li Îbrahîm Xelîl jî hatibû dîtin, pasevanên serokerkanê Îraqê bû, ew di derî re derbasî bakurê Kurdistanê bû û çû hevdîtin ligel artêşa Tirkiyê pêk anî.