Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

McCain pesnê biryara serok Barzanî dide

Yekîtî Media 31/10/2017

Di daxuyaniyekê de sînatorê komarîxwazan John McCain dibêje: “Barzanî wek zilamekî dewletê biryarek biwêr daye û pêgeha xwe ji bo hizmeta xelkê xwe bikar aniye.”

John McCain diyar kir, ku ew bi hêvî ye veguhastina desthelatê bibe sedema çarekirina aloziyan û rê ji bo encamdana hilbijartinan li Herêma Kurdistanê û Iraqê xweş bike.

McCain Got jî: “Emê berdewam bin li ser piştevanîkirina gotobêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de, û emê berdewam bin li ser parastina Kurdistanê ji wan êrîşên bi alîkariya welatên cîran hatine encamdan.” Navhatî tekez kir, ku xelkên Herêma Kurdistanê dostên rast yên Amerîka ne û hêja ne ku di vê dema dijwar de Amerîka piştevaniya wan bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button