Break newsNûçeslide

Serokê ENKS Ibrahîm Biro rastî gefan tê ji rex PYD

Yekîtî Media 31/10/2017

Dozgeriya Giştî ya dadgeheke bi navê Dadgeha Parastina Gel ya girêdayî PYD, doz li dijî serokê ENKSê Ibrahîm Biro vekir.

Dozgeriya giştî ya PYD ida dike ku Ibrahîm Biro, ji dema ku bûye serokê ENKSê, ew li dijî YPGê kar dike û şerê rêveberiya Xweser û federalîzma bakurê Sûriyê dike.

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro bersiva tometên dadgeha PYD da û ragihand, ku ev tometa ne rast ji bo wê yekê ye, ji bo ku ew nikaribe vegere Rojavayê Kurdistanê û beşdarî kongireya ENKS û kongireya partiya Yekîtî bibe, PYD biryareke wiha derdixîne.

Biro herweha dazanîn, ku eger tiştek bi serê wî were, PYD wê berpirsyar be.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button