Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Rûsya: Nêzîk wê artêşa Sûriyê sînorên rojhilatê welatê xwe konrol bike
Yekîtî Media 30/10/2017
Ceneral Viladîmêr Şamanov serokê komîta berevaniyê di Perlemana Rûsî de ku bi navê Doma tê naskirin, ragihand ku di dawiya sala 2017an de, pilana sereke ya Rûsî û Sûrî tê bicîkirin, ji bo kantrolkirina tevahiya sînorên rojhilatê Sûriyê û paqişkirina wî sînorî ji çekdarên DAIŞê.
Viladîmêr Şamanov got jî: “Hêza DAIŞê nema ye û hêzên Sûriyê bi hevrêziyê li gel Rûsya, dê ber bi kontrolkirina deverên rojhilatê Sûriyê ve biçin.”