Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Şingal: Êdî hêza DAIŞê ya êrişkirinê nemaye

3321317112014_43321117112014_3

Şingal (Rûdaw) – Hat zanîn ku çekdarên DAIŞê îro li Şingalê du caran êrişî Pêşmerge kirine lê êrişên wan hatine şikandine. Fermandeyekî Pêşmerge jî dibêje, hêza DAIŞê ya êrişê nemaye tenê dixwaze xwe nîşan bide.

Li Şingalê, şer û pevçûn di navbera Pêşmerge û DAIŞê de didome.

Fermandeyê Pêşmerge û Berpirsê Operasyonên 433ê yên Balekê li Şingalê miqedem Ezîz Ehmed ji Rûdawê re got, DAIŞ li Şingalê lawaz bûye lê naxwaze Şingalê ji dest bide ji ber wê jî li her derî çekdaran li wir dicivîne.

Miqedem Ezîz Ehmed diyar kir, çekdarên DAIŞê tirsa balafirên şer newêrin bi roj herket bikin ji ber wê jî bi şev êriş dikin yan jî otomobîlên xwe di tariyê de dibin û tînin.

Wî fermandeyê Pêşmerge her wiha anî ziman ku êdî hêza DAIŞê ya êrişkirinê nemaye û tenê ji bo ku bêjin em hene, êriş dikin.

Li gorî agahiyên wî rayedarê Pêşmerge, di şerê îro yê Şingalê de ti şehîd û birîndareke wan tinebû lê derbên giran li DAIŞê ketin û gellek çek û cebilxaneya wan ket destê Pêşmerge.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button