Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî pêşwaziya Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê kir

Hewlêr – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevdîtina digel şanda Rûsyayê de ragihand, DAIŞê ji ber wê êrişî Kurdistanê kir çimkî Kurdistan astengek mezin li hember armancên wan bû.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov îro bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.
Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Mîxaîl Bogdanov li ser piştevaniya Rûsyayê bo Barzanî û gelê Kurdistanê di şerê DAIŞê de tekez kir û got, di şerê terorê de divê hevkarî hebe.
Li gorî nûçeyê, Bogdanov diyar kir ku di warê aborî û sektora petrolê de jî, şert û mercên baş ji bona paşxistina pêwendiyên her du welatan hene.
Di nûçeyê de hat gotin ku Barzanî jî serdana şanda Rûsyayê bo Kurdistanê derfetek baş dîtiye ji bo xurtkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê.
Barzanî her wiha li ser şerê DAIŞê jî gotiye, terorîstên DAIŞê ji ber wê êrişî Kurdistanê kirin çimkî Kurdistanê li hember armancên wan astengek mezin bû lewma êrişî Kurdistanê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha aniye ziman ku teror, tehdîdek cidî li ser hemû cîhanê ye ji ber wê jî divê ji bo tinekirina terorê îradeyek navdewletî hebe.

Barzanî diyar kiriye ku her kesê ku terorê mîna karteke siyasî li dijî yên din bikar bîne dê bixwe di wî agirî de bişewite.
Şanda Rûsyayê danê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtin pêk anîbû.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button